|
Yilmaz Yildiz: Li qeza Şêxanê kurdên misilman ên fanatîk êrîş birin ser kurdên êzîdî
Di roja 14.02.2007’an da li bajarê Şêxanê (Êsifnê) li Başûrê Kurdistanê bûyerek gelkî qirêj li himberî kurdên êzîdî rû da. Wek ku tê zanîn bajarê Şêxanê wek herêma kurdên êzîdî, ku heca êzîdîya Lalişa Nûranî û gelik zîyaretên olî ên muqades lê dimînin, tê naskirin. Li gor agahdarîyên hin malpêrên înternetê û nas û dostan, ku bi rêya înternet û telefonê pêwendî li gel hêrêmê danîna, bûyer bi vî awayî qewîmîya: Du xortên êzîdi ên ku di îstixbarata asayîşê da kar dikin ji bajarê Şêxanê jineka kurda misilman, ku ji ber zext û tahda zilamê xwe ji mal bazdabû, li ser rê daxwaza alîkarîyê ji herdu xortên êzîdî dikê ku wê heta bi kontrola Bahadrê bi xwe ra bibin. Bi kurtayî li ser vê bûyerê ku herdu xortên êzîdî alîkarîya vê jinika maxdûr kirina û ji ber hin fitne û fesadîyên hin xêrnexwazên Kurdistana Federal, ku bela kirin, ku êzîdîyan ev jinika kurda misilman revandina, malbata jinika misilman di nav xwe da biryarê distînin û wê bi awakî hovane û wahşî serjêdikin. Piştra jî biryarê distînin û li gel grûbek gelkî mezin bi sileh ji fanatîkên misilman, ku di nav wan da grûben wek Ensar Al Îslam û en wek wan, ku nêzîkî Al-Qaideyê ne, êrîşê dibin ser êzîdîyên qeza Şêxanê û daxwaza kuştina herdu xortên êzîdî dikin. Bi hatina van grûban herdu xortên êzîdî xwe tavêjin mala mîrê êzîdîyên cihanê, Mîr Tahsîn Beg, ku bi xwe wê rojê li Dihokê bû.
Di encamê da ev xwenenas û îslamîstên kurd êrîşê dibin ser malên herdu xortên êzîdî û dişewîtînin, lê ji ber ku di mal da kes nemabû û ji mal bazdabûn, tikesî ji wan jîyana xwe ji dest ne da. Piştra jî bi rêzê êrîşê dibin ser sembolên ola Êzdayetîyê wek mala Mîr Tahsîn Beg û 2-3 wesayîtên (tirimbêlên) mîr dişewîtînin. Herwiha pîştî vê yekê vê carê jî berê xwe didin Bingeha Laliş a Çand û Kultûrê a li Şêxanê û wê jî didin ber agir. Lê layî ku ev jî ne bes bû radibin salona bi navê Şehîd Hiseynê Bavê Şêx, ku di wextê xwe da di tekoşîna azadîya Kurdistanê da rêber û pêşmergeyekî kahraman bû û cihekî xwe ê taybet û qedirbilind li cem kurdên êzîdî heye, didin ber agir û xera dikin. Li gor agahdarîyan van erîşkaran herwiha Navenda Çand û Hûnera Ciwanan a Êzîdîyan û Zîyaretgeha Şêxmend jî şewitandin û di nava kolanên Şêxanê da gotinên gelkî pîs ji bo ola Êzîdatîyê dibêjin û dibê Allahuekbera wan heta ku diçin nava bajêr û li wir jî sê dikanên kurdên êzîdî didin ber agir û dişewîtînin. Êrîşkar êrîşên xwe berdewam dikin û zerareke gelkî mezin a madî didin êzîdîyan heta ku qeweta asayîşê û pêşmergeyan ji Dihok û Akreyê digihê herêmê.
Li ser bihîstina bûyerê, Mîr Tahsîn Beg ji Dihokê bi rêya telefonê daxwazê ji êzîdîyan dikê ku bi xwîngermî tevnegerin û li benda helwesta Serokatîya Herêma Kurdistanê bin. Bi vê helwesta xwe a aqilane û aşîtîyane, Mîr Tahsîn Beg bi rastî jî rê li ber gelik kuştinan û bûyerên xwînrijandinê di navbera herdu alîyan da girt û nehişt ku xêrnexwaz û dijminên Kurdistanê bigihijin armancên xwe ên kirêt.
Wek ku tê zanîn li gor madeya 140 di qanûna bingehîn a Îraqa Federal da divê heta dawîya sala 2007’an çareserîyek/referandûmek ji bo Kerkukê, Xaneqînê, Şingalê û gelik deverên din ên ku li dervî Herêma Kurdistana Federal dimînin, bê dîtin. Heta ku ji cînarên Îraq û Kurdistanê tê naxwazin ku ev referendum bê lidarxistin. Di serî da Dewleta Tirkîyê nerihetîya xwe ji van pêşketin û destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê û referenduma li Kerkûkê tînê ziman û him Tirkmenên li Kerkûkê û him jî hebûna gerîlayên PKK’ê li Çîyayê Qendîlê wek mêhne (bahane) didê xweya kirin û bi vê yekê gefan li kurdên başûr dixwê û hazirîya êrîşeke mezin li ser başûr dikê. Di van rojên dawî da hin helwestên nerm ji hikûmeta AKP hatin dayîn. Malûme ev cihê kêfxweşîyê ya, lê wek ku tê zanîn dewleta kûr û qewete herî mezin li Tirkîyê, ango bavê herî mezin û xwedîyê gotina dawîyê serokerkanê artêşê Yaşar Büyükanit her wek berê dijminatîya xwe berdewam dikê û ji ya xwe nehatîya xwar. Herweha gelik dewlet û grûbên terorîst û dijminên gelê kurd ên din jî hene ku dixwazin li Kurdistanê jî aramî têk herê û wek li himûmê Îraqê li Kurdistanê jî kurdên misilman û kurdên êzîdî wek agir û pûş bihevkevin û wek sunî û şîîyên Îraqê li hev bikin û hevûdin
bikujin.
Piştî bûyera li Şêxan cenabê Serok Barzanî di zûtirîn wext da nûnerê xwe Sîdad Barzanî li gel şandeyekê şand herêmê û civînek berfireh li gel Mîr Tahsîn Beg, kurdên êzîdî, aşûrîyan û kurdên misilman lidarxist û daxwaza aşîtî û aramîyê li herêmê kir. Herweha li ser navê Serok Barzanî spasîyasîya Mîr Tahsîn Beg hat kirin, ku bi wê helwesta xwe a aqilane rê li ber xwînrijandinê girt. Piştî vê yekê Mîr Tahsîn Beg jî axaftinek kir û got ku ew bahwerîya xwe bi hedaleta dadgehên Kurdistanê tîne ku li ser bûyerê vebikolê û sûcdaran derêxê ber dadgehê. Herwiha hêvî û rica jî ji kurdên êzîdî li hemû cihanê kir ku ti çewtîyan nekin û di nav çarçoveya demokratîk da tevbigerin. Di 21.02.2007’an da jî Serok Barzanî li gel sekretêrê qomîta merkezî ê PDK’ê Fazil Mîranî, hejmarek ji endamên polîtbûroya PDK’ê pêşwazî şandeyeke kurdên êzîdî, ku ji Mîr Tahsîn Beg, serokê olî Bavê Şêx û berpirsyarên devera êzîdîyan Dr. Dexîl û Heso Nermo pêk dihat, kir û civînek hevbeş li ser bûyera li Şêxanê lidarxistin. Di civînê da Serok Barzanî li ser navê xwe, serokkomarê Îraqa Federal Mam Celal Talabanî, PDK’ê û YNK’ê spasîya xwe ji bo Mîr Tahsîn Beg, Bavê Şêx û rûsipîyên êzîdîyan da nîşandan, ku li himberî vê bûyera qirêj helwesteke neteweyî û aşîtîyane dan nîşandan û nehiştin ku bûyer mezintir bibê. Wek gelik caran berê, Serok Barzanî dîsan piştrast kir ku êzîdî kurdên resenin û mafê tikesî nine ku tahdê li êzîdîyan û li kêmnetewên din ên olî li Kurdistanê bikin û got
ku:
”…eger ku her muslimanek, yan êzîdîyek , yan jî mesîhiyekî şaşîyek kir, nabe em li ser hemû
musliman, êzdî û mesîhiyan te'mîm bikin, tu hêzek jî nîne ku tadeyê li kurdên êzîdî
bike. Tedbîrên tund hatine girtin ji bo ku yên rola wan di vê bûyerê de heye bi tundî bêne cezakirin da ku bibe îbret û tu kes careke din hizra karekî weha xirab neke
”Ne ez û ne Mam Celal û ne jî serokatîya PDK û YNKê em qet rê nadin ferhengek (kulturek) weha xerîb bê nav Kurdistanê , ji ber ku bawerî a me bi azadîya olî û dîtinên cuda heye, yê ku li dij vê yekê jî
raweste, em ê qebûl nekin û dê bi tundî jî bête muhasebekirin.
”Ez tu carî di wê baweriyê de nebûm ku kesên weha di nav gel de mabin. Em li dijî wê ferhengê ne ku kuştina bi navê olî wek karek rastî qebûl dike. Ev yek ne tenê dîtina min e, lê belê dîtina Mam Celal, parlamento, PDK û YNKê ye jî , lewra divê ferhengek bê avakirn her kesê bête ser desthilatê, ev ferhenga lêburîna gelê Kurdistanê her bimîne”
(http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=7005)
Niha herem dîsan arame, lê li gelik bajarên Ewropa, xasima li Almanya li bajarên Bielefeld, Oldenburg, Hannover, Köln û hwd. ev çend rojin ku kurdên êzîdî dest bi xwepêşandanan kirine û amdekarîya wan dikin. Ev xwepêşandan ne ku li himberî Kurdistana Federal tên lidarxistinê, lê li himberî wan grûbên îslamîst ên êrîşkar, ku bûn sebeba vê tawana li Şêxanê. Piştî vê tawanê kurdên êzîdî dîsan ketine nava xem û metirsîyan, ku wek gelik caran di dîrokê da ferman bên serê wan. Ji ber wê yekê jî daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku berîya hertiştî ev êrîşkar bên cezakirin û destê alîkarîyê dirêjî civaka êzîdî bê
kirin.
Hevkarîya Komelên Êzîdîyan li Almanya, ku ji 11 komelan pêk tê, nameyek li ser bûyerê ji Serokatîya Herêma Kurdistan Birêz Mesud Barzanî, Serokkomarê Iraqa Federal Mam Celal Talabanî, Serokê Parlementoya Kurdistanê Birêz Adnan Miftî û Serokê Hikûmeta Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî ra şand û tê da daxwaz hat kirin ku li êzîdîyan xwedî derkevin û bi derêxistina yasayekê mafên êzîdîyan ên olî biparêzin. Di namê da daxwaz hat kirin ku bi fermî ji bo lêkolîna bûyerê bên vexwendinê. Herwiha Federesyona Komelên Êzîdîyan jî daxûyanîyek belav kir û heyetek ji bo lêkolînê şandîye Başûrê Kurdistanê.
Piştî vê tawanê qaymekam û hin berpirsên li bajarê Şêxanê hatin guhertin. Serokatîya Herêma Kurdistanê berîya çend rojan qomîteyek bi serkêşîya endamê parlamento Pîr Xidir Silêman destnîşan kir, ku li herêma Şêxanê dest bi lêkolînan bikê.
Yilmaz Yildiz
Kopenhag
27.02.2007
|